Kombûna berfire bo piştgirîya ji Filistînê li Malezîyê
Li Malezîyayê 30 hezar kes kom bûn û piştgirî dan Filistîn û Xezzeyê.
Zêde ji 30 hezar kes li Meydana Merdka ango Serxwebûn ya Malezîyê di kombûneke netewî bi navê ``Ji bo Xezzeyê rabin ser xwe`` beşdar bûn, kesên ku ji çîn û qatên curbicur ên gel, partî û bereyên sîyasî û wekîlên zêde ji 500 komên gelanî bûn û xwestin ku derbasgeha Refehê demlidest were vekirin ji bo ku mezlûm û birsîyên Xezzeyê idî birsî nemînin û Filistîn were azadkirin. Nerazîyan pêgirî ser sekinnîa ciddî ya cîhan, NY nemaze welatên islamî hibmer destdirêjîyên rejîma xwînmêj a Israyîlê yên himber gelê Filistînê kirin û xwestin ku dorpêça ser Xezzeyê were têkşikandin û wan xwestin ku li rex Îranê himberî Rejîma Sîyonîst bisekinin.
**Mûşekên Îranê gellek navçeyên Rejîma Sîyonîst bi erdê ra kirin yek û em ji ber wêrekatîya Îranê şanazîyê dikin.
** Evana bombeyên Îranê ne ku wek birûskê ser sîyonîstan da jorda tên û em piştgirê Îranê ne.
**Ez bi rastî fexrê dikim dema dîmenên jordahatina mûşekên Îranê li kûratîya navçeyên dagirbûyî dibînim.
Ev kombûna berfire û kêm-mînak bi saya yekitîya merivên ji nijad, dîn û fikrên sîyasî yên curbicur li Malezîyê bi merema şermezarkirina cinayetên bêrreje yên Rejîma Sîyonîst û hişyarkirina welatên cîhanê bi armanca girtina pêşîya karesata merivî ya di encama birsîragirtina li Xezzeyê da hat lidarxsitin. Malezîyê ji mêj va ye ku piştgirîya xurt a ji Filistînê ragihandîye û di 2 salên buhurî da jî li vî welatî gellek meş û xwenîşandan bi beşdarbûna bi hezaran kesî ji bo şermezarkirina kiryarên Rejîma Sîyonîst ên li Xezzeyê hatine lidarxistin.