Hejmara şehîd û birîndaran li Xezzeyê jorda çû
Tebax 10, 2025 20:27 Asia/Tehran
Di encama êrişên Rejîma Sîyonîst ser Xezzeyê di 24 saetên buhurî da 61 kes hatin şehîdkirin û 363 kes jî hatin birîndarkirin.
Li navendên parvekirina alîkarîyan jî gellek kes bûn armanca êrşan ku ji wean 35 kes hatin şehîdkirin û zêde ji 304 kes jî hatin birîndarkirin. 5 kes jî ji birsîya û di encama bedxworakîyê da li Xezzeyê şehîd bûn. Bi vî awayî hejmara gorîyên xela û birsîbûnê li Xezzeyê rabû 217 kesî ku ji wan 100 kes zarok bûn.
Hejmara şehîdan li Xezzeyê ji 7ê Cotmeha 2023yê va rabûye 61 hezar û 430 kesî. Bi hezaran kes jî di bin kavilan da mane û bêseruşûn in.