Tebax 09, 2025 20:39 Asia/Tehran
  • Serokê Partiya wetenê: Ewlehiya Tirkiyê jî xeterê de ye

Serokê Partiya wetenê ya Tirkiyê li ser projeya korîdora Zengzorê got: Ev korîdor berbenda peywendiya bakûrê Qefqazê yanî Îranê bi welatên wekî Ermenistan, Gorcistan û Rûsiyê ye projeyeke amerîkî tê hesêb.

Dogû Perînçek li hevpeyvînekî amajeyî gefên korîdora Zengzorê ji bo ewlehiya Tirkiye û Îranê kir û li ser pêwîstiya yekbûna welatên navçê bona sekinîna li hember destwerdanên biyanî pêgîrî kir. Wî got Korîdora Zengzorê, projeyeke Îsraîl û Amerîkayê ye û eva tam aşkera ye. Vî siyasetmedarê Tirkiyê git her karek ku bi destê Amerîkayê û Rejîma Siyonîst li8 navcçê cih tê gefek ji bo Tirkiyê ye û divê em bizanin ku Amerîka hêdî hêdî Tirkiyê dorpêç dike.

Serokê Partiya Weten a Tirkiyê got: Amerîka û Rejîma Siyonîst di halê hevkariya bi Yûnanê û pişka yûnanî ya Qibrisê li Deryaya Sipî ya Rojhilat in. Perravên Deryaya Êjê jî tijî binkeyên amerîkî ne. Her ji ber viya Tirkiye ji Êje û deryaya Sipî ya Rojhilat heta bakûrê Sûriye û Iraqê ji hêla Amerîkayê ve hatiye dorpêçkirin. 

Serepeyv