Buldan: PKK dixwaze Ocalan were azadkirin
Tebax 10, 2025 13:27 Asia/Tehran
Endama tîma muzakireya tev Ebdullah Ocalan pêgirî ser bandora hilweşandina PKKê kir û got: PKK dixwaze Ebdullah Ocalan were azadkirin û hegerên rewa ji bo vê daxwaza xwe hene.
Pervîn Buldanê di hevpeyvîna tev Ajansa Nûçeyan a Mêhr a Îranê da got: Demajoya hilweşandina PKK, demajoya azadî û qebûlkirina cidatîyan û bidawîhanîna kîneyan e. Bê guman yek ji dûhatên asayî yên vê babetê, pêkanîna şert û mercan ji bo çalakbûn û beşdarbûna zêdetir a rêzdar Ocalan di demajoya aştîya di navbera PKK û hikûmneta Tirkîyê da ye.
Buldanê herwiha got: Her du alîyan gavên girîng rakirine. ev demajoya bi aramî û bi awayekî geş pêş da diçe. Tevî hin hevkêşîyan em ser vê bawerê ne ku yê serkevtî be.