Serketina hêzên hevpare Iraqê li şerê tev grûpa terorîstî ya DAIŞ'ê
Îlon 05, 2015 17:45 Asia/Tehran
Bingehên ewlehiya Iraqê ji Serketina hêzên hevpare Iraqê li şerê tev grûpa terorîstî ya DAIŞ'ê li vî welatî xeber dan.
Li gor rapora ajansa El-Sûmiriye News'ê, Bingehên ewlehiya Iraqê bilî destnîşankirina ser serketina hêzên artêşa Iraqê û hêzên gelanî yên vî welatî li şerê tev grûpa terorîstî ya DAIŞ'ê ragihand ku; Hêzên artêşa Iraqê û hêzên gelanî li navça Bûyîse ya bakûra Remadiyê navenda parêzgeha El-Enbarê karîn pêgehên terorîstan bikene hedefa êrişên xwe ku li encama vê pevçûnê 30 teorîstên DAIŞ'ê hatine kuştin.Hatiye ragihandin ku li vî şerî da çend erebên terorîstan jî hatine şewitandin.
Artêşa Iraqê û hêzên gelanî yên vî welatî herwisa li navça Cerayêşî ya parêzgeha El-Enbarê jî karîn derbên giran li terorîstên DAIŞ'ê xwînin ku li vê navçê ji çend terorîst hatine kuştin.
Gor nûçeyekî din ji Iraqê li êrişa hêzên artêşê û hêzên gelanî yên Iraqê ser pêgehên terorîstan li bajarê Samirayê li nîzikkiya parêzgeha bakûrî ya Selahedînê 25 terorîstên DAIŞ'ê hatine kuştin.
Ji aliyê dinve hatiye ragihandin ku li vê operasiyonê hêzên hevpare Iraqê karîn erebeyekî mînkirî ku terorîstan li ciyekî hatin-çûna xelkê danîbûn pûç bikin.
Bingehên Iraqî ragihandine ku êrişên artêşa vî welatî bi alîkariya hêzên gelanî yên Iraqê bona derxistina terorîstên DAIŞ'ê li navçên curbicur yên vî welatî berdewame û li vê dûmahîkê serketinên zav bona artêşa Iraqê û xelkê vî welatî hatine dest.
Grûpa terorîstî ya DAIŞ'ê ku bi palpiştiya rojava yên wekî Amerîka û birek ji welatên navçê yên wekî Tirkiyê û Erebistanê li havîna bihurî êrişî ser Iraqê kirine, heta niha cinayetên zave dijî mirovî li vî welatî cih anîne.