Dosiya çar sûriyên gumanbarê qaçaxa mirovan li Tirkiyê hat hilkolandin
Îlon 05, 2015 09:55 Asia/Tehran
Teşkîlata dadweriyê ya Tirkiyê duh dosiya 4 sûriyên gumanbarê qaçaxa mirovan piştî nuqumbûna qayiqekê ku bû sedema xeniqîna 12 koçberên sûrî ji wan zarokekê, hilkoland û ew xistin zindanê.
Koçberên hanê ber bi Yewnanistanê ve diçûn û weşandina wêneyê Aylan kurdî zarokê 3 salî yê sûrî pir bala cihanê kişandiye.Li gorî rapora ajanas nûçan a Fransayê ji Enqerê, ev 4 kes 30-41 salî li dadgehekê li bajrê Bedrûmê li başûrê rojava Tirkiyê bi awayê fermî tawanbrê kuştina nebiqest û qaçaxa mirovan bûne û heya dema mehkemekirinê yê di zindanê de bimînin.
12 awareyên sûrî sêşemê şevê li devavên Bedrûmê li halekê ku hewl didan xwe bigihînine girava Kas a Yewnanistanê canê xwe ji dest dan.