Qeyrana koçberan li civîna Koma 20'an li Enqerê hat hilkolandin
Îlon 05, 2015 08:29 Asia/Tehran
Qeyrana koçberan ku ji du rojan berî niha ve bi weşandina wêneyên zarokekî sê salî yê sûrî yê li devavên Tirkiyê xeniqî, gurr bûye, bibû mijara muzakirên civîna roja îniyê ya wezîrên darayî û serokên bankên navendî yên G- 20'ê li Enqerê.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Fransayê ji Enqerê, Ehmed Erdem wezîrê kar û dabînkirina imkanên civakî yê Tirkiyê ku welatê mazovanê civîna Grûpa 20'ê ye, li konfranseke rojnamevaniyê ragihand ku me bo cara yekê li çarçêva koçberî û karkirinê, li bara mesela koçberan behs û gotûbêj kir.Erdeni got ku heke em pîrbûna lezgîn a nifûsa cihanê û hitmala kêmbûna hêza kar û xebatê li pêşerojê berçav bigrin ez bawer im ku ev meseleya li civînên G- 20'ê li salên tê dîsa yê pitir were gotûbêjkirinê.
Li gorî amarên Rêxistiya navneteweyî ya koçberan ku roja sêşemê hat weşandinê ji despêka îsal heya niha zêde ji 350 hezar koçber li rewşeke diltezîn ji deryara Medîteranê derbasî devavên Ewrûpayê bûne û herîkêm 2600 kes ji wan dema derbasbûna ji Medîteranê canê xwe ji dest dane.
Li gorî amarên vê rêxistiyê, zêde ji 230 hezar kes ji van koçberan karîne ku xwe bigihînin Yewnanistanê.
Piraniya koçberên ku piyê xwe datînin axa Yewnanistanê penaberên sûrî ne ku ji riya Tirkiyê ji ber şer û pevçûnên bixwîn ên welatê xwe ku ji 4 salan berî niha ve di nav şerê navxweyî de ye, revîne.