Du çiya li parêzgeha Agiriya Tirkiyê wek herêma çekdarî hatin ragiahndin
Îlon 04, 2015 18:09 Asia/Tehran
Parêzgeha Agiriyê li rojhilata Tirkiyê, bilindiyên du çiyayan wek herêma leşkerî ragihand.
Li gorî rapora malpera rojnameya Miliyeta çapa Tikriyê, parêzgeha Agiriyê îro ango îniyê bi daxuyaniyekê Çiyayê Agiriyê û Çiyayê Tendûrekê bi qasî 15 rojan wek herêma leşkerî da zanîn.Parêzgariya Agiriyê destnîşan kir ku ev biryara li gorî cihanîna operasiyona leşkerî li van deveran bi mebesta girtina rê li ber xisarên canî bo welatiyan hatiye dayîn.