Êrişa endamên PKK'ê ser qereqola polîsê li Dêrsimê
Îlon 04, 2015 17:58 Asia/Tehran
Çavkaniyên nûçeyan ên Tirkiyê ji êrişa endamên PKK'ê (Partya Karkerên Kurdistanê) ser qereqoleka polîsê li bajarê Dêrsimê li rojhilatê Tirkiyê agahî dan.
Li gorî rapora roja îniyê ya Ajansa nûçeyan a IRIB News'ê, du êrişkerên çekdar li pevçûna di navbera endamên PKK'ê û hêzên polîsê Tirkiyê hatin kuştin. Li gorî vê raporê, çend memûrên polîsê Tirkiyê û sivîlek jî birîndar bûn.Nûçeyeka din radigihîne ku di encama teqîna mînê li ser rêya makîneyeka hilgirê hêzên çekdar li Baş Qelayê, li parêzgeha Wanê li rojhilatê Tirkiyê, eskerekî artêşa vî welatî birîndar bû.
tirkiye ji du mehan beriya niha va, bûye şehedê nearamiyên piştî êrişa li ser çalakên alîgirên kurdan li bajarê Sirûçê li başûrê Tirkiyê û nêzî sînorê Sûriyê ku di encama wê da 31 kes hatin kuştin û nêzî 100 kesan jî birîndar bûn.