Mudaxileya DAIŞ'ê yan PKK'ê li dizîna welatiyên Tirkiyê yên li Iraqê, hate redkirin
Îlon 04, 2015 17:53 Asia/Tehran
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê, got: Kesên ku welatiyên Tirkiyê li Iraqê dizîne, grûpa terorîst a DAIŞ'ê yan endamên Partya Karkerên Kurdistanê (PKK) nînin.
Li gorî rapora IRIB News'ê, Firîdûn Sînîrlîoglû, roja îniyê got: 18 welatiyên Tirkiyê ku li Iraqê hatine revandin, ji aliyê DAIŞ'ê yan PKK'ê nehatine revandin.Wezîrê karên derve yê Tirkiyê herwiha got: Ev hitmala heye ku evana bi armanca wergirtina bacê hatibin revandin. Wî bal kişande ser şopandina mesela revandina welatiyên Tirkiyê yên li Iraqê û got: Rayedarên iraqî jî vê mijarê dişopînin.
Li gorî gotina rayedarên iraqî, çekdarên nenas li halekê ku cil û bergên çekdariyê li xwe kiribûn, roja çarşemiyê êriş birin ser werzişgahekê ku li rojhilatê Bexdayê dihate avakirin û 20 kesî û ji wan 17 karkerên tirk revandin.
Ew kes werzişgeha fûtbolê ya li rojhilata Bexdayê ava dikin.