Îlon 04, 2015 16:51 Asia/Tehran
  • Şibandina Hikûmeta Tirkiyê wekî Hikûmeta NAZÎ ya Almanyayê

180 rojnamevan û nivîskarên Tirkiyê, li daxuyaniyekê, hikûmeta vî welatî, şibandine hikûmeta NAZÎ ya Almanyayê.

Li gorî rapora IRIB Newsê ya roja îniyê, ev daxuyaniya ku 4 nûnerên berê yên Partya Dad û Geşepêdanê li meclisa Tirkiyê jî ew îmza kirine, ji bo nîşandana nerazîbûna xwe ya li hember zexta li ser medya û çapemeniya Tirkiyê, ser navê Almanya NAZÎ ya 2015, hatiye weşandin.
Kesên ku ev daxuyaniyê îmze kirine, destnîşan kirine ku îznê nadin bûyerên ku li dewra desthilatdariya NAZÎ'yan li Almanyayê qewimîn li Tirkiyê dubare bibin.
Di vê daxuyaniyê da li bara êrişa hêzên polîsê ser medyayên rexnegir, hişyarî hatiye dayîn û hatiye ragihandin hikûmeta Tirkiyê ji bo ku pêşiya vê yekê bigire ku pîlanên wê aşkera nebin, bi hemû hêza xwe wereqên xwe yên lîstikê yên dawîn jî bi kar tîne.