Azadiya du nûçegihanên îngilîzî li Tirkiyê
Îlon 03, 2015 22:02 Asia/Tehran
Medyayên Tirkiyê ragihandine ku du nûçegihanên îngilîzî yên Vice Newsê ku midihekê berî niha li Tirkiyê bi tawana hevkarfiya bi grûpa terorîstî ya DAIŞ'ê hatibûn girtin, hatine berdan.
Rojnama Daily Sabah ya Tirkiyê nivîsiye du nûçegihanên îngilîzî bi navên Cîk Hanrahan û Fîlîp Pendleborî ku hefteyek berî niha bi wergêrê xwe yê iraqî ve li bajarê Diyarbekirê bi destê hêzên ewlehiyên yên Tirk hatibûn girtin , îro hatin berdan.Ev du nûçegihanan hatibûn tawanbarkirin ku alîkariya DAIŞ'ê kirine.
Li gor vê raporê wergêrê iraqî yê van nûçegihanan nehatiye berdan û hatiye ragihandin ku ew heya kemilîna lêkolînan li bara wî di zîndanê de dimîne.
Ji ber sansora giran li Kurdistana Tirkiyê aliyên serbixwe ev tawana ku li nûçegihanên îngilîzî girêdane piştrast nekirine.