Koma Talibanê kontrolkirina tevahiya Wilayeta Pencşîrê ragihand û Bereya Ehmed Mesûd vê yekê red dike û dibêje, şer û berxwedan li Pencşîrê hêj berdewam e.
Li eyaleta Belûçîstanê ya Pakistanê teqînek pêkhat û di teqînê de herî kêm 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, 20 kes jî birîndar bûn.
Wezîrê karên derve yê Pakistanê alîkariya navneteweyî bo Talibanê girêdayî bi rêzgirtina li mafên mirovan kir.
Destyarê Wezîrê karên derve yê Îranê qala amadetiya Têhranê jibo lidarxistina civîna welatên cînarê Efxanistanê kir.
Deryasalar Muhemed Emcedxan Fermandarê Hêza deryayî ya Pakistanê di merasimeke fermî da li Têhranê ji aliyê emîr edmîral Şehram Îranî Fermandarê hêza deryayî ya Artêşa Îranê va hat pêşwazîkirin.
Berdevkê wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê şeva Pêncşemê, êrîşa terorîstî ya li ser şîndarên Seyd û Salarê Şehîdan li parêzgeha Pencabê a Pakistanê bi tundî şermezar kir.
Li parêzgeha Nûristan a li rojhilatê Afganîstanê û nêzîk sînorê Pakistanê ji ber karesata lehiyê hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane geheşt 60 kesan.
Serokê Parlimana Tirkiyê jibo beşdariya di civîna serokên parlimanên Komara Azerbaycan, Pakistan û Tirkiyê dê biçe Bakûyê.
Şêwirînên Zerîf tev wezîrê karên derve yên Pakistan, Tirkiye, Oman û Afrîqaya Başûr; Wezîrê karên derve yê Îranê bi riya telefonê tev wezîrê karên derve yên Pakistan, Tirkiye, Oman û Afrîqaya Başûr şêwirî.
Deriyê sînorî yê Spîn Boldak ê dikeve navbera Herêma Qendehar a Efxanistanê û Belûcistana Pakistanê û artêşa Efxanistanê hewl dide wî derî ji dest Talibanê derxe.