Tetbîqata leşkerî ya hevpar a Tirkiye, Pakistan û Komara Azerbaycanê
Tirkiye, Pakistan û Komara Azerbaycanê tetbîqata leşkerî ya hevpr dê li dar xînin.
Li gorî rapora malpera TRT'yê, Ev tetbîqata leşkerî ya hevpar ku dê hêzên taybet ên sê welatan tê da beşdar bibin, dê li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê were lidarxistin.
Wezareta Berevaniyê ya Komara Azerbaycanê ragihand, Tetbîqata leşkerî ya hevpar a Tirkiye, Pakistan û Komara Azerbaycanê bi navê "Sê Bira-2021" ji îro va dest pê kir û dê heta 20ê Îlonê were domandin.
Vê wezaretê her wiha ragihand ku ev yekemîn tetbîqata leşkerî ya hevpar a hêzên taybet ên van sê welatan e.
Armanca lidarxistina vê tetbîqata leşkerî hevkariya hêzên taybet ê welatên dostû şirîk di dema lidarxistina operasiyona cengê, danûstandina ezmûnan û zêdekirina amadetiyê jibo cihanîna operasiyonê di dema şêrr da hatiye ragihandin.