Opozîsyona Rejîma Siyonîst: Netanyahu metirsiyek dijî Îsraîlê ye û divê wêde here
Nîsan 21, 2025 18:44 Asia/Tehran
Hevgavê zêdebûna rexneyên dijî Netanyahû, serokwezîrê Rejîma Siyonîst, tevgera opozisyona rejîmê daxwaza wêdebirina wî kir.
Piştî eşkerekirina nameya Ronîn Bar, serokê Rêxistina Ewlehiya Navxweyî -Şabakê- bo Dadgeha Bilind, tevgera opozisyona Rejîma Siyonîst, Netanyahu wek metirsiyek dijî ewlehiya vê rejîmê da zanîn.
Yair Lapid, rêberê opozîsyona Rejîma Siyonîst got: Gotinên serokê Şabakê îsbat dikin ku Netanyahu ji bo ewlehiya Îsraîlê metirsî ye û nabe li posta serokwezîrtiyê bimîne.
Yaîr Golan, serokê Partiya Demokrat a Siyonîst a opozisyonê, derbarê vê meselê de got: Netanyahu rasterast gefek dijî ewlehîiya Îsraîlê û serweriya qanûnê ye û divê demildest were wêdebirin.