Peyama sersaxiyê ya Serokomarê Îranê bi boneya koça dawî ya Papa Fransîs
Nîsan 21, 2025 18:54 Asia/Tehran
Serokê Komara Îslamî ya Îranê di peyamekê de bi boneya koça dawî ya Papa Fransîs, rêberê manewî yê katolîkên cîhanê, sersaxî ji hemû mesîhiyên katolîk ên cîhanê û hogirên wî re xwest.
Mesûd Pizişkiyan, di peyamekê de tevî sersaxiyê ji ber koça dawî ya papa Fransîs destnîşan kir: Yek ji xalên girîng ên jiyan û rêberiya wî, helwêstên wî yên mirovdostane li hember reftarên dijî mirovahiyê li cîhanê, bi taybetî helwestên wî yên zelal û şermezarkirina jînosayda rejîma Siyonîst li Xezzeyê û banga wî ya bidawîkirina kuştina zarokên bêsûç ên filistînî bû ku nav û bîranîna wî heta hetayê dê li bîra hemû vîjdanên hişyar û azadîxwazên cîhanê de bimîne.
Rêberê Katolîkên Cîhanê, Papa Fransis vê sibê di 88 saliya xwe de koça dawî kir.