Îlon 16, 2021 20:29 Asia/Tehran
  • Reyîsî di gel serokwezîrê Pakistanê civiya

Serokê Komara Îslamî ya Îranê û serokwezîrê Pakistanê li kêleka civîna Şanghayê civiyan.

Li gorî rapora YJC'yê, Imranxan serokwezîrê Pakistanê roja Pêncşemiyê li kêleka civîna serokên welatên endamê Rêxistina Hevkariya Şanghayê li Duşenbeya paytexta Tacîkistanê digel seyid Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê civiya.

Ev yekemîn hevdîtina serokên du welatên cînar yanî Îran û Pakistanê piştî serketina Reyîsî di hilbijartina serokomartiya Îranê û destpêbûna xebata dewleta sêzdehem e.

 

Serepeyv