Hişyariya Nûnerê iraqî derbarê liv û tevgerên dilnigeranker ên Tirkiyê li Iraqê
Nûnerekî Iraqê derbarê liv û tevgerên hikûmeta Tirkiyê li hundirê vî welatî hişyarî da.
Fazil El-Muslemawî, parlimanterê Hevpeymaniya Fetih li Parlemana Iraqê tekez kir ku hikûmeta Tirkiyê li dû mezinkirina bêçine ya Colanî, serkirdeyê terorîstên serdest li Sûriyê, bi awayekî nû li gor berjewendiyên xwe yên siyasî ye.
Wî her wiha got: Ev welata hewil dide ku rûveka terorîstî ya Colanî biguherîne û rûvekeke sîyasî jê re çêbike. Enqere rêzê li serweriya siyasî ya Iraqê nagire û destwerdanê di karûbarên navxweyî yên welatê me dike.
Fazil Muslemawî her wiha got: Operasyona leşkerî ya hêzên Tirkiyê li nav axa Iraqê bi hinceta rawestana li ber terorîstan di rastiyê de planeke berfirehtir li dijî ewlehî û aramiya welatê me ye.
Wî her wiha got: Hikûmeta Tirkiyê bi dû dubarekirina nusxeya Colanî li Îraqê ye. Ev kiryara gefeke rasterast dijî serwerî û ewlehiya neteweyî ya welatê me tê hesabê.