Iraqçî: Dijmin li hember berxwedana Îranê hesabên şaş kirin
Wezîrê karên derve yê Îranê amajeyî alûgorên berî şerrê 12 rojî kir û got: Komara Îslamiya Îranê di muzakireyan de daxwaza neqanûnî ya aliyê din ji bo sekinandina zengînkirinê qebûl nekir û parastina izetê û berjewendiyên neteweyî li her tiştekî din tercîh kir
Wezîrê Karên Derve yê Îranê, Ebas Iraqçî di hevpeyvînek televîzyonî de got: Qebûlkirina rawestandina zengînkirinê tê wateya sepandina îradeya dijmin bi rêya şêr bû û dikaribû bibe modelek xeternak ji bo zextên pêşerojê. Ebas Iraqçî got: Komara Îslamî ya Îranê li hember daxwaza neqanûnî ya zengînkirina bi qasî sifirê rawestiya û dema ku aliyê din fêm kir ku bi rêya muzakireyan dê negihîjin armancên xwe, ber bi şêr ve çû. Lê piştî şerê 12 rojî, dijmin bi hesabkirinek xelet re rû bi rû ma ji ber ku berxwedan û seqamgîriya miletê Îranê pêşbînî nekiribû. Ebas Iraqçî got: Dijmin bi xeyala lawaziya Îranê û jinavçûna hêza pêşîlêgirtinê ya welêt ket vê rêyê, lê di dawiyê de, ji îdîaya teslîmbûna bê şert û merc derbasî qebûlkirina gotûbêjê û îmzekirina lêktêgeheştinameya bi Komara Îslamî ya Îranê re bû.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê tekez kir: Siyaseta Komara Îslamî hertim pêşîlêgirtina li şer û birêvebirina rewşê ber bi rêbazên siyasî ve bûye, lê destpêkirina şêr biryara aliyê din bû û Îranê bi parastina desthilatdarî û berxwedana xwe, nehişt ku dijmin armancên xwe bi dest bixe.