Derbeya Dîwana Bilind a Amerîkayê li Trump, dijayetiya bi sînordarbûna dengê postê
Dîwana Bilind a Amerîkayê daxwaza rêveberiya Trump ji bo sepandina qaîdeyên nû li ser dengdana bi postê red kir, biryarek ku ji bo hewildanên Trump ên sînordarkirina dengdana bi postê beriya hilbijartinên navîn ên Mijdarê şikestek tê hesêb.
Ev qanûn ji dewletan dixwest ku agahdariya li ser wergirên dengdana bi postê bidin dayîreya postê û paket û barkodên pejirandî ji bo şandina dengan bi postê bikar bînin. Dadwerekî federal li Bostonê berî nika cihatina vê qanûnê dabû rawestandin û Dîwana Bilind hewldana hikûmetê ya ji bo rakirina qedexeyê red kiribû. Rexnegiran hişyarî dabûn ku ev plan dikare radestkirina bi hezaran dengdanên derbasdar asteng bike. Ev biryar di demekê de tê ku Komarxwez û Demokrat beriya hilbijartinên navîn di pêşbaziyek dijwar de ne ji bo kontrola Kongreyê.