Dewama cinayetên Rejîma Siyonîst li Xezzê
Îlon 15, 2026 18:53 Asia/Tehran
Ji destpêka Êrişa di 7`ê Cotmeha 2023`an de hejmara şehîdan li Xezzê rabûye 73 hezar û 789 kesî û hejmara birîndaran jî rabû 174 hezar û 798 kesî.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezeyê ragihand ku di êrîşên 24 demjimêrên derbasbûyî yên Rejîma Siyonîst ser deverên cûda yên Xezeyê de sê kes mirin û 27 kes jî birîndar bûn. Hîn jî di bin kavilan de û li ser rêyan hejmarek qurbanî hene ku hêzên rizgarkirin û alîkariyê heta niha nekarîne bigihîjin wan. Ji dema ku agirbest di 11`ê Cotmehê de hatiye damezrandin, hejmara şehîdan gihîştiye hezar û 375 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 4 hezar û 686 kesan û di vê heyamê de 831 şehîd ji bin kavilan hatine derxistin.