Artêş û Sipah dijî dijminê amerîkî û siyonîstî yekgirtî ne
Berdevkên Artêşa Îranê û Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî di hevdîtina hevpar li ser yekbûn û yekrêziya hêzên çekdar ên Îranê li hember dijminê amerîkî û siyonîstî pêgîrî kirin.
Serdar sertîpê duyem ê pasdar Hisên Muhêbî, Berdevkê Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê di hevdîtina bi emîrê sertîp Mihemed Ekremîniya, berdevkê Artêşa Komara Îslamiya Îranê bi rêzgirtina karên Artêşa Îranê di şerrê niha de got: Artêş sedema şanaziya Îrana Îslamî û rêxistineke bihêz, gelanî û dijî dijminan; Di dîroka Îranê de qet artêşekî wiha bihêz, gelanî, armancxwez û ya ku her tim di qadê de be tinebûye. Muhêbî got: Hevdilî û hevrêtiya ku di nava Artêşa Îranê û Sipaha Pasdaran û gişt hêzên çekdar ên Îranê bi hikûmet û xelkê Îranê re heye û di dawiyê de hevrêtî û yekbûna qad û kolanan divê di dîrokê de were qeydkirin û bimîne.
Emîr Sertîp Ekremîniya jî di vê hevdîtinê de amajeyî berbuhuriya yekbûna Artêş û Sipahê di salên piştî Şoreşa Îslamî kir û got: Em di dewra şerrê heştsalî yê Îran û Iraqê de bûn şahidê hevrêtî, hevdengî, yekbûn û yekgirtîbûna berbiçav a di navbera Artêş û Sipaha Pasdaran de bûn û îro rojê jî bi hezkirina Xwedê ev yeka zêde ji berê sere xwe girtiye.
Wî diyar kir ku ev yekîtî û hevgirtin bû ku dijminan bêhêvî kir û got: Dijmin hêvî dikir ku di nav Îranê de fitne û neliheviyê çêbike, lê îro bi yekîtîya ku di nav Îranê de çêbûye, dijmin gihîştiye bêhêvîtiyê. Berdevkê Artêşa Îranê tekezî li ser helwesta hêzên çekdar ên Îranê li dijî Amerîka û Rejîma Siyonîst kir û got: Em li hember dijminên ku xwedî teknoloji û çekên pir zêde ne, radiwestin û tu welatekî cîhanê cesaret nake guleyekê li wan bide, lê em li dijî wan rawestiyane, me li wan daye û me nehiştiye ku ew bigihîjin armancên xwe.