Rûxandina xwefirekî pêşketî ya MQ1`ê ji aliyê Sipaha Pasdaran
Îlon 14, 2026 14:19 Asia/Tehran
Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî di daxuyaniyekî de basa rûxandina xwefirekî pêşketî ya MQ1`ê li ser esmanê Tengva Hurmizê kir.
Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî di daxuyaniyekî de ragihand: Sibeha Duşemiyê xwefirekî pêşketî yê MQ1`ê ji aliyê sîstima nûjen a berevaniya hewayî ya pêşkevtî ya hewa fezayê ya Sipahê û di bin kontrola şebekeya yekgirtî ya sîstima berevaniya hewayî ya Îranê li ser esmanê Tengeva Hurmizê hat şopandin û rûxandin. Berî nika jî hêza deryayî ya Sipaha Pasdaran 10`ê Îlonê di daxuyaniyekî de ragihandibû: Gemiyeke bêyî gemîvan a dijmin bi hejmara 5838`ê di derbasgeha Tengerêya stratêjîk a Hurmizê kiriye hedef.