Çîn: Jordaçûna bê istiqrariyê li rojavaya Asiyayê ser xêra kesî nine
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê li ser rewşa rojavaya Asiyayê de careka din pêgîrî kirk u jordaçûna bê istiqrariya li navçê ser xêra ti aliyekî nine.
Goyo Ciyakan got: Pêken pirr li ser bikaresatbûna rewşa li Yemenê û Deryaya Sor ku bûye sedem sivîl bên kuştin û derbe li binesaziyên girîng û enerjiyê keve, dilnîgeran e.
Goyo Ciyakan bi pêgîriya li ser viya ku êrişa ser navendên sivîl ên li peywendiya wan bi debara jiyana xelkê re heye, qet nayê qebûlkirin, daxwaz kir aliyên pevçûnê li ber xwe bidin û ji rêya gotûbêjên siyasî û dîplomatîk nakokiyan çareser bikin. Vî dîplomatê çînî amajeyî vî yekî kirk u jordaçûna bê istiqrariyê li navçê ser xêra ti kesî nine û got ku divê rêzê li desthilatdarî û ewlehiya hemû welatan were girtin û nakokî ji rêya emrazên siyasî û dîplomatîk çareser bibin. Goyo Ciyakan pêgîrî kirk u Çîn ji bilî ku hemû aliyên têkildar vedixwîne ku li ber xwe bidin, daxwaza kêmkirina kêşeyan bi rêya gotûbêj, bi hev re şêwirîn û herwiha hewldana ji bo jinavbirina demlidest a kêşeyan li navçê kir.