Xwenîşandana xelkê Tûnisê ji bo piştgîriya ji Berxwedana Yemenê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i360304-xwenîşandana_xelkê_tûnisê_ji_bo_piştgîriya_ji_berxwedana_yemenê
Komeke mezin ji çalakvanên tunisî ji bo piştgiriya serkeftina gelê Yemenê û berxwedana wan a li hember êrîşkariya Erebistana Siûdî xwepêşandanek li dar xistin.
(last modified 2026-09-14T15:09:51+00:00 )
Îlon 14, 2026 11:19 Asia/Tehran
  • Xwenîşandana xelkê Tûnisê ji bo piştgîriya ji Berxwedana Yemenê

Komeke mezin ji çalakvanên tunisî ji bo piştgiriya serkeftina gelê Yemenê û berxwedana wan a li hember êrîşkariya Erebistana Siûdî xwepêşandanek li dar xistin.

Beşdarên xwepêşandanê alên Yemen, Îran, Filistîn û Hizbullahê bilind kirin û ji bo piştgiriya eniyên berxwedanê dirûşm qêriyan. Di nav pevçûnên di navbera Sena û Erebistana Siûdî de, hêzên çekdar ên Yemenê roja Îniya borî Tengava Bab Ul Mandebê û Girava Miyonê kontrol kirin û gihîştin herêma Zebabê.
Xwepêşanderên li Tunisê dibêjin ku cîhan şahidiya serkeftinek stratejîk a bêhempa dike ku gelê Yemenê li hember êrîş û dorpêçkirinê bi dest xistiye.