Meytê paqij ê Rêberê Micahid ê Şehîd li Kerbelaya Pîroz hat birêkirin
Tîrmeh 08, 2026 18:38 Asia/Tehran
Rêûrisma birêkirina meytê paqij ê Rêberê Micahid ê Şehîd, hezretê Îmam Xamineyî û malbata wî ya şehîd, piştî birêkirina bicoş li bajarê pîroz ê Necefa Eşref gihîşte Kerbelaya Pîroz.
Meytê paqij ê Rêberê Micahid ê Şehîd û malbata wî piştî birêkirinê li Necefa Eşref, li rex mezargeha paqij a Îmam Hisên (S) li Kerbelaya Pîroz jî hat birêkirin. Karwanê birêkirinê, meytên paqij gihandine mezargeha Îmam Hisên (S) û Hezretê Ebolfezlê Ebas (S) da ku li vî cihê pîroz ku sembola hemaseya mayînde ya Aşûrayê ye, rêûrisma birêkirinê were lidarxistin. Parêzgarîya Kerbelayê ragihand ku hejmara 7 miliyon beşdar ji bo beşdariya di rêûrisma paş-nîvroya birêkirina meytê Şehîd Hezretê Ayetullah Seyîd Elî Xamineyî li Kerbelayê hatiye tomarkirin.
Serepeyv