Destpêbûna tevlêkirina Hêzên Parastina Şingalê di nijyara ewlehiyê ya Iraqê de
Navenda Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê basa destpêkirina merasima hilweşandina hêzên leşkerî yên serbixwe yên Yekîneyên Parastina Şingalê û tevlêkirina wan di nijyara fermî ya ewlehiya vî welatî de kir.
Navenda Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê, roja Duşemiyê ragihand ku merasima hilweşandina hêzên leşkerî yên serbixwe yên Yekîneyên Parastina Şingalê nasyar bi YBŞ bi armanca tevlêkirina wan di sîstimên fermî yên ewlehiya Iraqê de û radestkirina berpirsyariya ewlehiya Şingalê bo rayedarên hikûmeta Federal destpê bûye.
Fermandetiya YBŞ`ê li Iraqê, basa hilweşandina Yekîneyên Parastina Şingalê û tevlêkirina wan di hêzên fermî yên ewlehiya Iraqê de kir. Hêzên ewlehiya Iraqê hin binkeyên girîng ên li Şingalê wergirtine û biryar e îro jî radestkirina di piratîkê de ya hinek ji binkeyên leşkerî di vê navçê de cih were.
Hema di vê çarçoveyê de Seid Mein, serokê Navenda Ragihandina ewlehiyê ya Iraqê, ragihand ku Hêzên YBŞ ji îro ve di bin serokatiya Wezareta Berevaniya û Wezareta Karên Hundur a Iraqê de ne. Sebah Neiman, berdevkê serfermandê hêzên çekdar ên Iraqê, berî nika ragihandibû ku ev merasima bi çavdêrî û şopandina Elî Falih Zêydî, serokwezîrê Iraqê tê lidarxistin.