Iraqçî: Ewlehiya enerjiya cîhanê maye ser hevkariya Îran û Rûsiyê
Seyîd Ebas Iraqçî, Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamiya Îranê di nivîsekî de ku li rojnameya rûsî ya Wêdomostiyê weşandiye, pêgîrî kiriye: Ewlehiya enerjiyê nika li rex ewlehiya xwerinê pirsgirêka herî mezin a cîhanê ye û ev her du pirsgirêkê encamên rasterast ên karên bi şîdet û wek quldiran ên Amerîkayê li navçeya me ne.
Wî got: Komara Îslamiya Îranê ser vê bawerê ye ku istiqrara bazara cîhanî ya enerjiyê maye ser hevkariya kêrhatî ya di navbera welatan de, rêzgirtina dualî û çareserkirina aştiyane ya nakokiyan. Hema di vê çarçoveyê de Îranê bernameyeke heft rojî ji bo xweşkirina rê ji bo vekirina Tengerêya Hurmizê û vegeriyana hatûçûna asayî ya deryayî bi mercê ku şert û mercên pêwîst serê xwe bigirin û gefên leşkerî ji holê rabin, raber kiriye û Îran ser vê bawerê ye ku nihêrîna berpirsane, gotûbêja kêrhatî û cihanîna sozên dualî dikarin rê ji bo kêmkirina kêşeyan, dabînkirina ewlehiya mayinde ya gemîvaniyê û xurtkirina istiqrarê li bazara cîhanî ya enerjiyê xweş bike.