Pizişkiyan serkevtina Dasîlvayê di hilbijartinên Birêzîlê pîroz kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i361066-pizişkiyan_serkevtina_dasîlvayê_di_hilbijartinên_birêzîlê_pîroz_kir
​​​​​​​Serokomar di peyama xwe de hêvîdariya xwe diyar kir: Di dewra nû ya serokomartiya Lola Dasîlva da peywendiyên dostane yên di navbera Îran û Birêzîlê de zêde ji berê berfireh bibin.
(last modified 2026-10-26T14:04:38+00:00 )
Çirî 26, 2026 17:33 Asia/Tehran
  • Pizişkiyan serkevtina Dasîlvayê di hilbijartinên Birêzîlê pîroz kir

​​​​​​​Serokomar di peyama xwe de hêvîdariya xwe diyar kir: Di dewra nû ya serokomartiya Lola Dasîlva da peywendiyên dostane yên di navbera Îran û Birêzîlê de zêde ji berê berfireh bibin.


Birêz Mesûd Pizişkiyan, di peyamekî de ji bilî pîrozkirina serkevtina birêz Lola Dasîlva di hilbijartinên serokomartiya Birêzîlê destnîşan kir: ez hêvîdar im di dewra nû ya serokomartiyê de peywendiyên dostane yên Komara Îslamiya Îranê û Komara Fêdêratîv a Birêzîlê zêde ji berê berfireh bibin.

Serokomar ji bo birêz Dasîlva di vê berpirsyariya giran de hêviya serkevtinê û ji bo netewê mezin ê Birêzîlê daxwaza serfirazî û rojên xweş kir û hêvîdariya xwe diyar kir: Hevkariyên du welatan di warên ku her du alî lê hez dikin, di çarçoveya berjewendiyên dualî yên her du netewan û xurtkirina çendalîkarî, geşepêdan û aştiya navnetewî zêde bibin. 

Îro û piştî serkevtina Dasîlva, rojnameya Faynaşnal Taymzê ragihand: Serkevtina Lola Dasîlva di hilbijartinên serokomartiya Birêzîlê de derbeyek li hewldanên Donald Trump bona xurtkirina bandora Amerîkayê li Amerîkaya Latîn e.