Germaya bêmînak santralên navokî yên Firansayê ji kar derxistin
Pêla sêyan ya germaya havînê li Firansayê ji bilî ku hin kes kuştin, hin pişkên şebekeya berhemanîna elekterîka vî welatî jî rastî aloziyan ve anî.
Karbidestên tenduristiyê yên Firansayê hişyarî dan ku mirinên ji ber germahiyê anegorî sala buhurî zêde dibin. Hevgavê viya herîkêm 11 santralên navokî yên Firansayê ji ber germbûna çeman xebatên xwe dane sekinandin an jî kêm kirine. Santral ji bo sarkirina rêaktorên xwe bi ava çem ve girêdayî ne û kêmkirina zirûfa wa, hilberîna enerjiya navokî ya Firansayê bi qasî ji sedî 10`ê kêm kiriye. Karbidestên tenduristiyê dibêjin ku tenê nîvê nexweşxane û dibistanên Firansayê sîstima rêkûpêk a hewayê hene. Herwiha raport nîşan didin ku mirinên li malê di rojên ku germahî ji 40 pileya sîliyûsê derbas dibe de hema hema du qat ji rêjeya normal zêdetir bûye.