Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê: Daxwaza me ya sereke li her muzakireyekê rakirina boykotan e
Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê tekez kir ku daxwaza me ya sereke di her muzakireyekê de rakirina boykotên neqanûnî û zalimane li dijî Îranê ye.
Îsmaîl Beqayî, di destpêka civîna xwe ya rojnamevaniyê de tekez kir civîna pisporî û teknîkî û her wiha civîna bilind a Witkaf û Iraqçî de, di çarçoveya muzakirên nerasterast ên Îran û Amerîkayê de, her du li Mesqetê tên lidarxistin. Wî got: Daxwaza me ya sereke di her muzakireyekê de rakirina boykotên neqanûnî û zalimane li dijî Îranê ye.
Berdevkê Wezareta Derve her wiha derbarê sefera Wezîrê Berevaniya Erebistana Siûdî bo Îranê got: Ev sefer nîşanada bi encambûna siyaseta cîrantiyê ya ku ji aliyê Îranê ve di dereqa van salan de hatiye şopandin e. Wî got: Em di wê baweriyê de ne ku divê welatên navçê bi palpiştiya şiyanên xwe û pêbaweriya bi hev re di riya aramî û parastina ewlehiya Kendava Farsê û navçê de bimeşin.