Cotmeh 07, 2021 10:41 Asia/Tehran
  • Di encama erdhejeke bi hêz li Pakistanê de herî kêm 20 kesan canê xwe ji dest dan

Li Pakistanê îro di encama erdhejeke bihêz de, 20 kesan canê xwe ji dest dan û zêdetir ji 200 kesî jî birîndar bûn.

Rêveberê Giştî yê Desteya Rûbirûbûna Karesatên Xwezayî li Pakistanê Nesîr Nasir ji rojnamvanan re ragihand, îro berbangê li rojhilatê bajarê Quetta Paytexta herêma Balochistanê erdhejeke tund rû da.

Nesîr Nasir  diyar kir, navenda erdhejê 102 k.m li rojhilatê bajarê Kuetta bû û tundiya erdhejê jî 5.7 bi pîver Richterê bû.

Rêveberê Giştî yê Desteya Rûbirûbûna Karesatên Xwezayî li Pakistanêli ser ziyanên canî da zanîn, di encama erdhejê de 20 kesan canê xwe ji dest dan û zêdetir ji 200 kesî jî birîndar bûn.

Cîgirê Komîserê Bajarê Harnay Soheyl Enwer got, zêdetir ji 100 xaniyên ji heriyê hilweşiyan û bi sedan kes bê mal man.

Navçeya ku herî zêde ji erdhejê bandor dîtiye, bajarê Harnay ye. Harnay bajarekî çiyayî ye ku gihîştina tîmên hawarhatinê dijwar e ji ber ku rêyên qîr tune ne.

Serepeyv