Wezîrên karên derve yên Îran û Pakistanê bi riya telefonê axivîn
Wezîrên karên derve yên Îran û Pakistanê bi riya telefonê axivîn.
Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê karên derve yê Îranê di vê gotûbêja telefonî da Şah Mehmûd Qureyşî hevpîşeyê xwe yê pakistanî ji bo beşdariya di civîna Wezîrên derve yên welatên cînarê Efxanistanê li Têhranê vexwend.
Wezîrê derve yê Pakistanê tevî sipasiya ji vê vexwendinê, tekez kir: Ev civîn dahêneriya hevpar a du welatan ji bo dabînkirina aştî û aramiyê li EFxanistanê ye û lidarxistina wê ji bo gelê vî welatî girîng e.
Emîr-Ebdullahiyan her wiha tevî diyarkirina mixabiniya xwe ji bûyerên terorîstî yên vê dawiyê li Efxanistanê ku di encamê da nimêjkarên vî welatî hatin kuştin, ev kiryara terorîstî şermezar kir û li ser pêwîstiya şermezarkirina van du kiryarên terorîstî ji aliyê hemî welatên cînarê Efxanistanê û cîhanê tekez kir.