-
Îran: Sekinandina tam a zengînkirina oranîyomê ne ya qebûlkirinê ye
Kanûn 20, 2025 19:01Berdevkê Rêxistina Enerjîya Atomî ya Îranê got: Bila alîyên beranberî me bizanibin ku daxwazên ecêb ku têkildarî Îranê u bernama zengînkirina oranîyomê ya vî welatî nemaze sekinandina tam zengînkirinê ku di hişê xwe da digerînin, ne pêkan in.
-
Iraqçî: Meseleya navokî ya Îranê bi rêbaza leşkerî çareser nabe
Kanûn 17, 2025 18:40Ebbas Iraqçî, Wezîrê Karên Derve yê Îranê got: Meseleya navokî ya Îranê ti rêçareyeke leşkerî tineye û tenha rêya kêrhatî, dîplomasî û muzakire ye; herçend ku Îran ji bo xweparastina himber her senarîyoyekê tam amade ye.
-
Pêzêşkîyan: Îranê dil heye pîşeya navokî berfire bike
Mijdar 02, 2025 20:39Mes`ûd Pêzêşkîyan Serokomarê Îranê li nîşangeha nûtirîn berhemên zanyarên Pîşeya Navokî ya Îranê ku di warên tenduristî u dermankirinê da li Rêxistina Enerjîya Atomî ya welêt hatîye vekirinê amade bû û got: Em dixwazin vê pîşeyê berfire bikin, ji bo dabînkirina pêwîstîyên gel u jordabirina asta rehetîya welatîyên xwe, ne ji bo çêkirina çeka navokî.
-
Amadebûna Serokkomar li Rêxistina Enerjiya Atomê
Mijdar 02, 2025 16:08Dr. Mesûd Pizişkîyan Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi amadebûna li Rêxistina Enerjiya Atomê serdana pêşangeha destkeftên herî dawî yên afirîneraane yên zanyarên pîşesaziya navokî di warê tenduristî, derman û berhemanîna radyo-dermanan kir û piştra di civîneke germ da digel rêveberên payebilind ên vê pîşesaziyê axivî.
-
Beqayî: Grosî ji bi aşitîbûna bernameya navokî ya Îranê agehdar e
Cotmeh 30, 2025 19:07Ismaîl Beqayî berdevkê Wezareta Derve ya Îranê, got: Rafaêl Grosî, Rêveberê Giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê, baş ji bi aşitîbûna bernameya navokî ya Îranê agehdar e û divê dev ji gotinên bêbingeh derbarê mijara navokî ya Îranê berde.
-
Birêxisitna Navenda Bikaranîna Tîrêja Navokî ji bo garantîkirina saxlemîya xwarekê
Cotmeh 19, 2025 18:22Serokê Rêxistina Enerjîya Atomî ya Îranê raghiand ku heştemîn navenda bikaranîna tîrêja navokî ya welêt hat birêxistin u got ku ev teknolojîya navokî pêngaveke girîng ji bo jordabirina kualîteya berhemên cotkarîyê u dabînkirina saxlemîya xwarekan e.
-
Olyanov: Îranê mafê zengînkirina oranîyomê heye
Tîrmeh 29, 2025 19:45Wekîlê Ûrsêtê yê li Rêxistinên Navdewletî yên li Vîyenê got: Îranê mafê sûdwergirtina biaştî ji enerjîya navokî, ji wan zengînkirina oranîyomê heye û pêgirî kir: Şik u guman û minaqişeya ser vî mafî tam pêkenî ye.
-
Robert Gates: Waşîngton nikare bernama navokî ya Îranê ji nav bibe
Tîrmeh 23, 2025 15:20Wezîrê Berevanîyê yê berê yê Amerîkayê amajeyî zanista di warê teknîkê da û pêşketinên navokî yên Îranê kir û pêgirî kir: Waşîngton nikare bernama navokî ya Îranê ji nav bibe
-
Heke mekanîzma Maşeyê were sepandin, Îranê dê berteka guncav nîşan bide
Tîrmeh 14, 2025 14:21Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê dîyar kir ku ``gefxwarina bi sepandina mekanîzma Maşeyê, karekî sîyasî û pêngaveke di çarçova sekinîna hibmerî îranê da ye`` û pêgirî kir: Heke ew yeka biqewime, Îran dê berteka guncav nîşan bide.
-
Çîn: Êrişa Ameîrkayê ser binavahiyên navokî yên Îranê bi çavsortî bû
Tîrmeh 05, 2025 14:22Wezîrê karên derve yê Çînê êrişa Amerîkayê ser binavahiyên navokî yên Îranê bi çavsortî wesif kir û got Pêken rêzê li mafê Îranê ji bo bikaranîna aştiyane ya enerjiya navokî digire.