Pêzêşkîyan: Îranê dil heye pîşeya navokî berfire bike
Mes`ûd Pêzêşkîyan Serokomarê Îranê li nîşangeha nûtirîn berhemên zanyarên Pîşeya Navokî ya Îranê ku di warên tenduristî u dermankirinê da li Rêxistina Enerjîya Atomî ya welêt hatîye vekirinê amade bû û got: Em dixwazin vê pîşeyê berfire bikin, ji bo dabînkirina pêwîstîyên gel u jordabirina asta rehetîya welatîyên xwe, ne ji bo çêkirina çeka navokî.
Em li vir dibînin ti yek ji berhemên navokî naşibe dîmena ku derbarê şîyana navokî ya me li cîhanê raber kirine, berhemên me hemî ji bo çareserkirina pirsgirêkên gel u di warê tenduristî u dermankirinê u di rêya wê zanisdtê da ne ku dikare rizgarker be. Lê nika li cîhanê propaganda vê yekê dikin ku şîyana navokî ya Îranê ji bo çêkirina çeka navokî ye, di halekî da ku rêberê qedirgiran çêkirina çeka navokî qedexe kir u divê dijmin bizanibin ku bi terorkirina zanyarên navokî yan têkdana navendên navokî nikarin pêşîya pêşketina me bigirin, ji ber ku ev zanista di hişê zanyarên u alimên me da ye u em ê dîsan çêbikin u vê carê zêdetir jî.