Heke mekanîzma Maşeyê were sepandin, Îranê dê berteka guncav nîşan bide
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê dîyar kir ku ``gefxwarina bi sepandina mekanîzma Maşeyê, karekî sîyasî û pêngaveke di çarçova sekinîna hibmerî îranê da ye`` û pêgirî kir: Heke ew yeka biqewime, Îran dê berteka guncav nîşan bide.
Ismayîl Beqayî îro civîna çapemenîyê ya hefteyê ya xwe bi amadebûna serok û hejmareke endamên Komeleya Hîva Sor a Îranê li dar xist.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê di bersiva pirseke derheq gefxwarina ewrûpîyan bi sepandina mekanîzma maşeyê ango sepandina boykotên NY ser Îranê da pêgirî kir: Vê yekê ti bingeha hiqûqî û navdewletî tine. Wî herwiha got: Gefxwarina bi sepandina mekanîzma Maşeyê, karekî sîyasî û pêngaveke di çarçova sekinîna hibmerî Îranê da ye ku heke ewrûpî wî karî bikin, Têhran jî dê berteka guncav nîşan bide.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê derbara cinayetên Rejîma Sîyonîst ên himber gelê Xezzeyê da got: Vê dawîyê me dît ku bi sedan kes ji gelê Xezzeyê di rêzên wergirtina xwarekê da enqest bûn armanca êrişa Rejîma Sîyonîst û hatin şehîdkirin. Wî amajeyî berpirsyarîya welatên islamî û herêmê himber cinayetên Rejîma Sîyonîst got: Ranekirina pêngava ciddî di vî warî da dibe sedema berdewambûn û berfirebûna şerûtîyê û zêdexwazîyê ya Rejîma Sîyonîst.
Pîr- Hisên Kolîvend Serokê Komeleya Hîva Sor a Îranê ku digel hejmareke endamên vê komeleyê mêvanê civîna îro ya Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê bûn, got: Di şerê 12 rojî yê sepandî yên Rejîma Sîyonîst ser Îranê da kesên herî zêde mexdûr bûn, sivîl bûn. Wî herwiah got: Di encama wan êrişana da 8200 dayre bûn armanc ku nêzî 400 mal tam wêran bûne. Di encama wan êrişana da herwiha 126 jin û 41 zarok hatin şehîdkirin.
Serokê Komeleya Hîva Sor a Îranê dîyar kir ku di encama wan êrişana da 5 personelên me hatin şehîdkirin û got: Rejîma Sîyonîst di êrişan da bi awayekî rasterast êrişî hêzên hawargiheştinê û ambulansên me dikir.