Pêhişyariya tund a Tabûrên Seyidulşuheda ya Iraqê li Amerîkayê
Sersekreterê Tabûrên Seyidulşuheda ya Iraqê jibilî pêhişyariya li Waşîngtonê li bara her cure maceraheziyekî dijî Îranê, basa amadetiya bi sedan hêzên şehadetxwez ên van tabûran ji bo êrişa ser armancên amerîkiyan kir.
Ebû Ala El Welayî, sersekreterê Tabûrên sersekreterê Tabûrên Seyidulşuheda ya Iraqê ragihand ku bi sedan hêzên şehadetxwez amade ne ku eger şerek dijî Îranê pêk were êrişî armancên amerîkî bikin. Wî pêgîrî kir eger şerek derkeve, bi sedan hêzên şehadetxwez amade ne mezinatiya Amerîkayê ji bo cara dudiyan têk bidin, wisan ku cara yekê li Iraqê têk çû û neçar ma vî welatî bitedrikîne.
Sersekreterê Tabûrên Seyidulşuheda ya Iraqê di dewamê de got: Vê carê idî ne Amerîka û ne jî kirêgirtiyên wê dê li Rojhilata Navînê bimînin û dê hemû rejîmên di bin sîvan ê piştgîriya dagikiran jî ji nav herin û serkevtin dê ya Xwedê û ewdên wî yên qenc be.