Beqayî: Grosî ji bi aşitîbûna bernameya navokî ya Îranê agehdar e
Ismaîl Beqayî berdevkê Wezareta Derve ya Îranê, got: Rafaêl Grosî, Rêveberê Giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê, baş ji bi aşitîbûna bernameya navokî ya Îranê agehdar e û divê dev ji gotinên bêbingeh derbarê mijara navokî ya Îranê berde.
Beqayî tekez kir ku rayedarên Komara Îslamî ya Îranê bi caran ser xebata navokî ya bi aşitî ya xwe tekez kirine û got: Çalakiyên navokî yên Îranê her gav di çarçoveya berpirsiyariyên çavdêrîkirinê û bi armancên tam aştiyane bûne, lê gotinên karesatbar ên Grosi zemîne jibo destdirêjiya Amerîka û Rejîma Siyonîst ser Îranê amade kir. Wî bal kişand ser vê yekê ku pêwîst e gotinên xwe yên pûç ser bernama navokî ya Îranê bi dawî bîne û got: Her cure şantaja siyasî dijî bernameya navokî ya aştiyane ya Îranê hitbara xwe ya qanûnî û teknîkî tine.