Tîrmeh 05, 2025 14:22 Asia/Tehran
  • Çîn: Êrişa Ameîrkayê ser binavahiyên navokî yên Îranê bi çavsortî bû

Wezîrê karên derve yê Çînê êrişa Amerîkayê ser binavahiyên navokî yên Îranê bi çavsortî wesif kir û got Pêken rêzê li mafê Îranê ji bo bikaranîna aştiyane ya enerjiya navokî digire.

Wezîrê karên derve yê Çînê di civîna çapemeniyê ya bi hevtûşê xwe yê firansî amajeyî vî yekî kir ku şerr nikare mesela navokî ya Îranê çareser bike, got, rêçareyeka wiha nikare bingeha qeyrana Rojhilata Navîn, yanî mesela Filistînê berçav negire. 

Wang Yî, wezîrê karên derve yê Çînê, got welatê wî rêzê li mafê Îranê ji bo bikaranîna aştiyane ya enerjiya navokî digire. Wî pêgîrî kir ku mesela navokî ya Îranê çareser bike û nabe ku pevçûna leşkerî ya di navbera Rejîma Siyonîst û Îranê de dubare bibe. Wezîrê karên derve yê Çînê destnîşan kir: Êrişên pêşîlêgir narewa ne.

Serepeyv