Gundê Latê li dûrtirîn nuqteya parêzgeha Qezvînê û di beşa Rûdabra Elemûtê ye.
Çandina kunciyê li şaristana Deştistanê ji dawiya meha tîrê dest pê dibe û meha Abanê jî gava hilberînê ye.
Gundê Şelheya Îmam Hesen Eskerî (S) gundekî xweşik di 13 kîlomitriya şaristana Abadanê ye û ji ber nêzikiya li çemê Ervendrûdê xwedanê baştirîn Rotebên (xurme) navçeyê ye.
Serokê Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Şaxa Wanê Engîn Işik, destnîşan kir ku ji bo ku sektora çandinî û sewalvaniyê cardin bi ruh û can bibe, ewilî divê qedexekirina mêrgan bê betalkirin.
Piştî ku projeya çandina sebzeyên zivistanê di sala yekem de bi ser ket Koperatîfa Aboriya Jinan îsal jî des bi çandina sebzeyan kir.
Hinar ji mêweyên hezkirî yên payîzê ye ku bi salan e digel jiyana şêniyên gundewarê Meşayixê li parêzgeha Çar Mehal û Bextiyarî va ketiye pêwendiyê û ewna rizq û rûziyê xwe jê bi dest tînin.
Cotkarên narengiyê, diyar kir ku ji ber mesref giran bûne deyndar bûne û gotin, hikûmet divê piştgiriyê nede îthalatê (derkirrîn) bide wan û ji bo kooperatîfbûyînê tevbigere.
Li navçeya Erdîşê silqokê îsal jî kêfa cotkaran neanî. Piştî bendava li Geliyê Zîlanê hat kesîdekirin heqê avê ji cotkaran hat stendin û silqoka ku tona wê bi 380 TL'yî ye jî ji ber kotaya ji sedî 5 ji bo cotkaran bûye cihê meseleyeke mezin.
Li parêzgeha Helebçeyê 5’emîn Festîvala Hinaran dest pê kir û tê payîn 3 rojan dewam bike. Nêzî 500 cotyar tevî berhemên xwe tevlî festîvalê bûn.
Cotkarên Herêma Kobanê dest bi amadekariyên mewsima nû ya çandiniyê kirine. Lê buhabûna madeyên çandiniyê ji wan re dibe pirsgirêk. Gerînendetiya Çandiniyê ya Kobanê diyar kir ku dest bi belavkirina tov û semadê li cotkaran kiriye.