Iraq- Komîsyona Hilbijartinan dema destpêkirina propaganda bo hilbijartinê ragehand
Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê biryar da ku bangeşeya hilbijartinên şeşmeîn dewra parlemana Iraqê roja Înê, 3ê Tişrîna Yekem dest pê bike.
Cumane Xelay, Berdevka Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê ragehand ku vê komsyonê lîsteya namzedên ku dikarin beşdarî hilbijartinên parlemana Iraqê bibin pesend kiriye û biryar jî daye ku roja Înê 3 Tişrîna Yekem a 2025an yekem roja destpêkirina bangeşeya hilbijartinên gerra şeşan a parlemana Iraqê be. Hilbijartina parlemana Iraqê roja Sêşemiyê 11 Tişrîna Duwem dê birêve here.Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê navê 7 hezar û 768 kesan ku 2 hezar û 248 ji wan jin û 5 hezar û 520 jî mêr in ji bo hilbijartinên Mijdarê wek berbijar pejirandiye. Komîsyona Hilbijartinê ew jî eşkere kir ku bangeşeya hilbijrtinê roja Şemî 8 Tişrîna Duwem dê bi dawî bibe.