Adar 10, 2022 15:56 Asia/Tehran
  •  Li Hesekeyê: Tîma

Tîma "Keziyên Kesk" li Hesekeyê dest bi xebatên xwe yên avakirina baxçeyên daran kir. Li gorî rêvebereke tîmê, xebatên çandina daran dê hefteyekê bidomin.

Li gorî nûçeya Hawar Newsê, Hemleya "Keziyên Kesk" ku beriya salekê li Qamişloyê dest pê kiribû, xebatên xwe yên çandina 4 milyon daran li seranserê bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne.

Tîma Keziyên Kesk di çarçoveya berfirehkirina xebatên xwe de îro dest bi hemleya çandina tovên darên daristan û şitilan li bajarê Hesekeyê kir û dê hefteyekê bidome.

Xwendekar û endamên Desteya Perwerdeyê ya Hesekeyê jî beşdarî hemleyê bûn û şitil û tovan li baxçeyê li taxa Mişeref a Hesekeyê diçînin.

Li ser projeya çandina daran ji rêveberên tîma xebatê Şêrîn Îbrahîm got: "Projeya Keziyên Kesk li Hesekeyê di 5'ê Îlona 2021'an de li zeviyekê dest pê kir."        

Şêrîn Îbrahîm wiha axaftina xwe dom kir: "Piştre xebat li ser komkirina tovên ji xwezayê hate kirin û di destpêka biharê de xebatên çandina tov û daran didomin û dê heta 17'ê Adarê berdewam bike. Zêdetirî 6 hezar şitil dê werin çandin. Xwendekar, mamoste, rêveber, endamên Yekitiya Rewşenbîran, meclis, komîn û hemû beşên civakê tê de beşdar in."  

 

Serepeyv