Mijdar 23, 2020 12:33 Asia/Tehran
  •  Cotkarê ji Edeneyê: ‘Piştgiriyê nedin îthalatê, bidin cotkaran’

Cotkarên narengiyê, diyar kir ku ji ber mesref giran bûne deyndar bûne û gotin, hikûmet divê piştgiriyê nede îthalatê (derkirrîn) bide wan û ji bo kooperatîfbûyînê tevbigere.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), "Hamdûllah Kesen" nivîsîiye: "Îsal rewşa cotkarên narengiyê nebaş e. Li Edeneyê cotkarên narengiyê anîn ziman ku ji ber mesrefan îsal jî deyndar in." 

Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Edeneyê Feyzûllah Korkût, anî ziman ku îsal ji ber şert û mercên demsalî rewşa narînciyeyê nebaş bûye û got, serê salê pir baran bariya û paşê cemed çêbû û ev yek jî kir ku baxçe tahde bibînin û ji ber vê jî di navbera ji sedî 40-80 hilberîn kêm bûye. 

Korkût, bibîr xist ku Edene paytexta narengiyê ye û got, di nav berên çandiniyê de herî zêde narengî tê îxrackirin. Korkût got: "Îsal ji ber kêmbûna rekolteyê dibe ku fiyetê narengiyê biha be." Korkût, diyar kir ku sedema kêmbûna rekolteyê jî germahiya meha Gulanê ye. Korkût, destnîşan kir ku hilberîner ji fiyetê mazot, gubere û dermanan ne razî ne û got, ji ber vê di warê têkolîna li dijî nexweşînan û avdaniyê de zehmetiyê dikişînin.

 

 

Serepeyv