MHP: Demajoya aştîyê ya vê gavê mijareke bêveger jibo hikûmeta Tirkîyê ye
Sibat 08, 2026 18:01 Asia/Tehran
Cêgirê Serokê Partîya Hereketa Netewî (MHP) ya Tirkîyê derbara ``demajoya aştîyê û civaka demokiratîk`` da ragihand ku ev demajoya ne ya paşdaxistinê ye u karekî cewherî yê hikûmetê ye.
Fetî Yildiz pêgirî kir ku ev demajoya ne tenê mijareke sîyasî u demkî belku meseleyeke bingehîn u bêyî paşdaxistinê jibo hikûmetê tê hesêb ku bêveger e.
Ylidiz dîyar kir ku projeya ``Tirkîyerya bêyî teror`` di çarçova rêzgirtina li rûmeta gelê Tirkîyê û cîgeha hikûmeta wî da tê şopandin.
Wî di dawîyê da got: ``Demajoya aştîyê û civaka demokiratyîk``ne mijara gengeşê ye; ne dikarin ewê paşda bixin, ne vegerek jê heye. Eva meseleyeke bingehîn û bêveger a hikûmetê ye.