Çile 02, 2021 08:28 Asia/Tehran
  • Komîteya Aboriya Jinan projeya çandina sebzeyan didomîne

Piştî ku projeya çandina sebzeyên zivistanê di sala yekem de bi ser ket Koperatîfa Aboriya Jinan îsal jî des bi çandina sebzeyan kir.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Koperatîfa ku Komîteya Aboriya Jinan a girêdayî Kongreya Star li navçeya Tirbespiyê desteka wê dike, cih girt û serkeftinek di pêşketina aboriya jinan de bi dest xist.

Li navçeya Tirbespiyê 2 koperatîf anku Teavonî hatin avakirin, yek li herêma Aliyan e û ji bo çandina hilbirînên bejî ye û 24 jin tê de dixebitin. Di koperatîfa li herêma Sinciq de jî 6 jin dixebitin.

Îsal koperatîf bi pêş ket û firneyek bi navê Gelawêj ji bo aboriya jinan li bajarokê Helwa vekir. Her wiha li Dibistana Xewle ya li navçeya Tirbespiyê dikanek vekir.

Ev 2 sal e li pey hev koperatîfa herêma Sinciq sebzeyên zivistanê diçîne.

Beşdarên koperatîfê bi hev re di çandina erdan û firotina berhemên wê de dibin alîkar, di encamê de jin ji aliyê aborî ve bi pêş dikevin û pêdiviyên xwe yên rojane peyda dikin.

Rêveberiya Koperatîfa Aboriya Jinan a Tirbespiyê Guljîn Abdullah Osman destnîşan kir ku bi armanca belavkirina fikra xebata hevpar a komînal di nav jinan de û piştî ku projeya çandina

sebzeyên zivistanê di sala borî bi ser ket, îsal jî careke din sebze çandin. Guljîn diyar kir ku li gorî plansaziya çandiniyê dê gelek cureyên sebzeyan biçînin.

Intîsar Elî jî yek ji beşdarên li komeleyê ye û da zanîn ku ew ji roja yekem heta dawiya demsala çandiniyê bi hev re bi awayekî komînal erdan diçînin û çavdêriyê lê dikin. Intîsar piştrast kir

ku berhemên sala borî baş bûn û hewl didin ku karê xwe bi rêya çandina cureyên din bi pêş bixin.

Serepeyv