Kanûn 01, 2020 10:37 Asia/Tehran
  • Îrana Îro; Bihîşta yaqûtên Sor

Hinar ji mêweyên hezkirî yên payîzê ye ku bi salan e digel jiyana şêniyên gundewarê Meşayixê li parêzgeha Çar Mehal û Bextiyarî va ketiye pêwendiyê û ewna rizq û rûziyê xwe jê bi dest tînin.

Gundewarê Meşayîxê li şaristana Kiyarê ya parêzgeha Çar Mehal û Bextiyarî û pêkhatî ji gundên Derok, Enarî, Dere Işq, Dere Bîd û Dere Yasê ye ku ti jîji baxên Hinarê ne.

Vekirina dendikên hinarê ji xebatên jinên gundî ye; Ewna bi darikan li hinaran dixin da ku dendikên wan jê veqetînin.

Li vê navçeyê her salê kuçe û kolanan bêhna hinarê didin û bala gelek geştyaran dikişîne.

Gundî dendikên hinarê li ser banê malên xwe radixin da ku hişk û zuha bibin,

Ji destpêka meha Abanê (Dawiya Cotmehê) va hilberîna Hinarê destpê dibe.

Jin ji destpêka Mijdarê heta destpêka Kanûnê (Desember) di rêûrismeke malbatî da dendikên hinarê bi kevneşopiyekê hildiberînin.

Tirşika Hinarê, ava hinarê, şîrika hinarê û hwd di berhemên amadekirî yên gundiyan e ku para pirrê bi destê jinan pêk tê.

 

Serepeyv