Mijdar 03, 2020 12:15 Asia/Tehran
  • Li Wanê - Cotkarên silqokê hem mexdûrê kotayê ne hem jî yên avê

Li navçeya Erdîşê silqokê îsal jî kêfa cotkaran neanî. Piştî bendava li Geliyê Zîlanê hat kesîdekirin heqê avê ji cotkaran hat stendin û silqoka ku tona wê bi 380 TL'yî ye jî ji ber kotaya ji sedî 5 ji bo cotkaran bûye cihê meseleyeke mezin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), 'Mujdat Can' nivîsiye: "Yek ji fabrîkeyên şekir ên di bin kontrola dewletê de ye jî Fabrîkeya Şekir a Erdîşê ye. Kota zêde be jî kêm be jî ji sedî 5-6 ji cotkaran tê birîn.

 Li Taxa Qerencî ya navçeya Erdîş a Wanê, silqokê îsal jî kêfa cotkaran neanî. Hem ji ber kotaya hatiye danîn hem jî ji ber êdî heqê avê ji cotkaran tê stendin, rewşa cotkaran nebaş e. 

Li Qerenciyê yek ji malbata ku silqok daniye jî malbata Yîgît e. Malbat silqoka ku bi zor û zehmetiyî berhev dike, dibe Fabrîkeya Şekir a Erdîşê ku 18 kîlometreyan dûrî gund e."  

‘RÊJEYA ŞEKIR FIYET DIYAR DIKE'

 Nîzameddîn Yîgît ku li nav erd silqokê berhev dike, anî ziman ku bi çandiniyê re eleqedar dibin. Yîgît, diyar kir ku di meha Nîsanê de dest bi çandiniyê kirine û niha jî bi kamyonan dibin fabrîkeya ku 18 kîlometreyan dûrî wan e. Yîgît, bilêv kir ku fabrîke heqê rê dide û got, fiyetê silqokê jî li gor rêya şekir diguhere. Yîgît got: "Heger rêjeya şekir di ser ji sedî 17-18'an de be tona wê 420 TL, lê heger di biniya ji sedî 17'an de be tona wê bi 380 TL'yî ye."

 Yîgît, destnîşan kir ku çandiniya silqokê karekî bimesref e û got, li herêmê tenê fabrîkeyek heye, ew jî fabrîkeya silqokê ye. 

Yîgît got: "Tona silqokê 380 TL ye. Lê belê li gor mesrefên mazotê û mesrefên din en tu tişt e. Lê ji ber ku li herêmê tenê ev fabrîke heye em ji mecbûrî silqokê datînin." 

JI SEDÎ 5 DIBIRIN

 Yîgît, anî ziman ku 50 ton kota dane wî û got: "Me 8 donim daniye û divê em 50 tonî jê bigirin. Heger di binî yan jî di ser 50 tonî re be, ji sedî 5 tê birîn, yanî em bibêjin 40 ton be jî ji sedî 5 tê birîn. Kotaya min 50 ton e, lê heger 60 ton derkeve dîsa ji sedî 5 dibirin." 

Yîgît, diyar kir ku gubreyên ku berê destûra wan tune bûn, îsal destûra wan dane û got: "Ji bo 50 ton silqokê 20 torbe gubre didin. heqê wê jî di dema hilberînê de dibirin." 

HEQÊ AVÊ 

Yîgît, destnîşan kir ku ji ber HES li ser çemê Zîlanê hatiye çêkirin êdî heqê avê jî didin û got: "Ava me ji Bendava Koçkopru ya di sala 1983'yan de hatiye çêkirin tê. Bendav berê di destê DÎSK'iyê de bû. Lê piştî hat kesîdekirin êdî em heqê ava ku ji bav û dapîrên me maye didin. Yekîtiya Avê serê donim 308 TL heqê avê distîne. Jixwe mesrefên cotkariyê zêde ne. Niha jî em heqê avê didin." 

 

 

Serepeyv