Ensarullah: Rawestandina komgemîya cîhanî ya Sumûdê neqanûnî ye
Cotmeh 02, 2025 21:47 Asia/Tehran
Endamê polîtburoya tevgera Ensaullaha Yemenê bi daxuyaniyekê êrişa Rejîma Siyonîst ser komgemîya cîhanî ya Sumûdê û rawestandina gemiyên sivîl kiryarek destdirêjkerane û neqanûnî zanî.
Mihemed Fereh ragehand: Bêdengiya civaka navneteweyî li hember cinayetên bi vî rengî Rejîma Siyonîst han dide ku van kiryaran berfireh bike û hema ev mijar pêwîstiya berteka bilez a hemî azadîxwzazên cîhanê jibo rakirina dorpêça ser Xezzeyê zêde dike. Fereh tekez kir ku ev kiryar binpêkirina eşkere ya qanûna navneteweyî ye û cardinê rûyê cinayetkar ê Rejîma Siyonîst nîşan dide. Komgemîya cîhanî ya Sumûd tevî êrişên berdewam ên hêza deryayî ya Rejîma Siyonîst, 30 qayiqên wê kompaporê hîn jî bi hêzeke zêde ber bi Xezzeyê ve diçin.