Bicihbûna hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyê li derdora Helebê
Çavkaniyên Sûrî bi weşandina hin wêneyan ragehandin ku hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyê bi çêkirina çeperan û danîna bendên leşkerî li derdora Helebê,hejmar u hêza xwe li van navçeyan xurt kirine.
Hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyê ev çeper û bendên leşkerî li dora taxa Kurdnişîn a Eşrefiyê û navçeya Lirmonê li Helebê çêkirine. Wêne nîşan didin ku hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyê di nav park û nexweşxaneya fransî ya li Helebê de jî meqerên leşkerî çêkirine.
Hêzên Sûriya Demokratîk, HSD derbarê berdewambûna êrişên hikûmeta demkî ya Sûriyê ser bendava Tişrînê hişyarî da û ragehand ku ev êriş gefeke cidî dijî saxlemiya bendavê, gundên derdorê, jiyana xelkê sivîl û binesaziya navçeyê ye.Navenda îa HSD ragihand ku ev êriş bi çekên giran, tank û topên hawanê tên kirin û ev êriş gefeke cidî dijî bendavê û gundên derdorê ye û jiyana sivîlan û binesaziyên navçeyê xistine ber xetera cidî. Wî her wiha got ku ev kiryar binpêkirina eşkere ya peymanên agirbesê tên hesabê û berpirsiyariya tam a wê ser milê hikûmeta demkî ya Sûriyê ye