-
Têkbirina komeke terorîstî li paytexta Iraqê
Îlon 23, 2017 11:17Navenda ragihandinê ya cengê ya Iraqê raghand: Rêxistina îstixbarata polîsê navendî ya vî welatî ser bi Ajansa îstixbaratî û ewlehî û lêkolînên Iraqê, komeke terorîstî li Bexdayê keşf kiriye û îmha kiriye.
-
Heşda Şeibî, qonaxa sêyem a operasyona azadkirina Hewîcê dest pê kirin
Îlon 23, 2017 14:06Hêzên Heşda Şeibî, qonaxa sêyem a operasyona azadkirina bajarê Hewîcê ku ketiye parêzgeha Kerkûkê, dest pê kirin.
-
Sefera serokerkanê artêşa Iraqê bo Tirkiyê bereberê giştpirsiya li Herêma Kurdistanê
Îlon 23, 2017 12:06Serokerkanê artêşa Iraqê, bereberê giştpirsiya Herêma Kurdistana Iraqê, jibo hevdîtina bi rayedarên Tirkiyê re ber bi vî welatî ve çû.
-
Ebadî: Giştpirsiya Herêma Kurdistana Iraqê dijî qanûna bingehîn a Iraqê ye
Îlon 23, 2017 10:04Serokwezîrê Iraqê li hevdîtina tev Yan Kûbîş nûnerê Rêxistina Netewan li karûbarên vî welatî carek din destnîşan kir: Giştpirsiya Herêma Kurdistana Iraqê dijî qanûna bingehîn a Iraqê ye.
-
Pilana serokkomarê Iraqê bona çareserkirina kirîza Giştpirsiya Herêma Kurdistana vî welatî
Îlon 23, 2017 08:44Naveroka pilana serokkomarê Iraqê bona çareserkirina kirîza giştpirsiya Herêma Kurdistana vî welatî eşkera bû.
-
Destpêbûna qonaxa didiyan a operasyona azadkirina Huweyca Iraqê
Îlon 22, 2017 16:08Çavkaniyên ser bi Heşda Şebî ya Iraqê li bara destpêbûna qonaxa dudiyan a operasyona azadkirina Huweycê li başûrê rojava Kerkûkê li bakurê vî welatî ji lepên terorîstên tekfîrî yên DAIŞê agahî da.
-
Refrandûm li deverên derveyî Herêma Kurdistana Iraqê jî pêk tê
Îlon 22, 2017 13:49Tevî dijberiyên zav li hemberî Refrandûma cudabûna Kurdistana Iraqê, Komîsiyona Bilind a Hilbijartinan li Herêma Kurdistanê ragihand ku ev refrandûma li dema diyarkirî li beşên din yên derveyî Herêmê yanî li hin beşên parêzgehên Kerkûk, Diyale, Neynewa û Selahedînê jî tê lidarxistin.
-
Fuad Mesûm: Iraqî dikarin pirsgirêkên xwe bi riya gotûbêjê çareser bikin
Îlon 22, 2017 13:36Serokomarê Iraqê raghand ku ji hêza iraqiyan jibo çareserkirina pirsgirêkên heyî ji riya gotûbêjê xatircem e.
-
Bi dawîhatina qonaxa yekem a operasiyona azadkirina Huwîceya Iraqê
Îlon 22, 2017 10:52Erkantiya Ragihandinê ya şêr li Iraqê bi weşandina daxuyaniyekê diyar kir ku qonaxa yekem a operasiyona azadkirina Huweycê li başûra rojavaya Kerkûkê û li bakura Iraqê bi dawî hat.
-
Konseya Ewlekariyê ya ya NY biryarnama mehkemekirina DAIŞê pejirand
Îlon 22, 2017 08:17Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) biryarnama pêşniyarkirî ya Brîtanyayê li bara hilkolandina tawanên DAIŞê yên li Iraqê û komkirina belgeyan li vê barê de pejirand û biryar da ku ji bo lêkolînê li vê barê de heyetekê li Iraqê dadimezirîne.